Xeze
Xeze
| |
|---|---|
Bajar, bajarê mezin û Municipality of Palestine type A | |
| غزة | |
Xeze li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 31°30′27″Bk 34°27′35″Rh / 31.50750°Bk 34.45972°Rh | |
| Parzemîn | Asya |
| Dewlet | Dewleta Filistînê, Israeli Military Government in Gaza Strip, United Arab Republic, Mandaya Brîtanî ya Filistînê, Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Bîzansê, early Islamic period in Palestine, dewleta Memlûkan, Keyaniya Orşelîmê, Împeratoriya Romê, Macedonian Empire |
| Li beşa îdarî | |
| Paytexta |
|
| Dema avabûnê | Sedsala 15an b.z. |
| Îdarî | |
| • Şaredar | Nizar Hijazi |
| Qada rûerdê | |
| • Giştî | 45 km2 (17 sq mi) |
| Bilindahî | 30 m (100 ft) |
| Nifûs | 590.481 (2017) |
| Dem | |
| Koda postayê | |
| Malper | www |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Xeze (bi erebî: غزة; bi îbranî: עזה) bajarê herî mezin yê Şirîta Xezeyê ye û ji sala 1994an vir ve wek de jure di bin kargeriya Herêma Otonom a Filistînê de ye.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xeze yek ji bajarên herî kevin yê Dinyayê e. Di demên dîrokî de ew bi keştîgehê xwe navenda herêmên derdorên xwe bû. Ewê heta sedsala 12an b.z. bi Misira kevnare ve girêdabû. Li wê şunda ew gelek caran hate dagir kirin û pêre desthilate xwe guherî.
Bi sedsala 6an b.z. re, di sala 609 b.z. de, bajarê Xeze dîsa kete destên misiryan jî çend sala pê re bi dest Babîliyan ket. Lê bi sedsaleke pê re kete destên Împeratoriya Partî. Ew ji Îskenderê Mezin şunda jî bi dest Selekuidan ket. Lê ji wê şunda girîngiya bajêrê hêlê aboriyê de her ku çû kêm bû û di sala 98an de jî ji hêla Alexander Jannaeus hat tunekirin.
Ew di dema Împeratoriya Romê şûnda hat avakirin. Ew ji Romayê şunda di destên Bîzansê de ma û bi sedsala 7an re jî bi dest misilmanan ket. Ew bi hatina xaçperest re di sala 1100î de bi dest xaçperestan ket. Ew heta ku ji hêla Selahadînê Eyûbî di sala 1170an de hat helgirtin di dest Xaçparêzan de ma. Ew pê memlûkan re heta şerê cîhanî yê yekem di dest osmaniyan de ma. Di 7ê çiriya paşîn a 1917an de ew bi dest Împeratoriya Brîtanyayê ket.
Ew li vê şunda bi Şirîta Xezê ve tev wek Mandaya Filistînê di dest Împeratoriya Brîtanî de, ta ku di sala 1948an ji hêla Misirê hat destxistin, ma. Li wê şunda ew ji xeynî dest xistina Îsraêlê di Şerê Şeş Rojan, di dest misiriyan de ma.
Îro
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xeze îro bi Şirîta Xezeyê ve wek herêmeka Herêma Otonom a Filistînê xuya dike jî di bin kontrola Hemesê de ye. Lê ew nêzî salek e ku di bin ablûqa û êrîşên Îsraêlê de ye. Di êrîşên Îsraêlê ên 27-28ê kanûna pêşîn a 2008an de ser 300 mîrovî re hatin kuştin.
Gotara bingehîn: Şerê Îsraêl û Hemas
Nifûs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Sal | Nifûs | ±% |
|---|---|---|
| 1596 | 6000 | — |
| 1882 | 16.000 | +166,7% |
| 1897 | 36.000 | +125,0% |
| 1906 | 40.000 | +11,1% |
| 1914 | 42.000 | +5,0% |
| 1922 | 17.480 | −58,4% |
| 1931 | 17.046 | −2,5% |
| 1945 | 34.250 | +100,9% |
| 1978 | 175.000 | +410,9% |
| 1982 | 100.272 | −42,7% |
| 1997 | 306.113 | +205,3% |
| 2007 | 449.221 | +46,8% |
| 2012 | 515.556 | +14,8% |
| 2014 | 549.070 | +6,5% |
| 2017 | 590.481 | +7,5% |
| 2023 | 749.100 | +26,9% |
| ±500 | 15.500 | −97,9% |
| Çavkanî: 2012,[1] | ||
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Localities in Gaza Governorate by Type of Locality and Population Estimates, 2007-2016". Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2013.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Xeze de hene
