Stoma
stoma (bi înglîzî: yekjimar.” stoma”, pirjimar “ stomata”) di nav epîdermîsa pel, qed û endamên din ên riwekan de, kunika piçûk a bi cotek xaneyên pasevan dorpêçî ye û kar dike ji bo hilmîn, alûgorkirina oksîjen û karbona dîoksîdê di navbera pel û hewayê de.[1]
Hin taybetmendiyên stomayan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Stoma di nav xaneyên epîdermîsê de cih digirin. Di riwekê de her stomayek bi du xaneyên pasevan ve dorpêçî ye. Şiklê xaneyên pasevan, di riwekên yeklep û dulepan de ji hev cuda ne. Di riwekên dulep de xaneyên pasevan bi şiklê sosîsê an jî bi şiklê tovên fasûlî ne. Xaneyên pasevan ji xaneyên epîdermîsê piçûktir in û kloroplast lixwe digirin.[2]
Pelê riwekan de epîdermîsa jêrîn û epîdermîsa jorîn a pelê dişibin hev, lê bi gelemperî epîdermîsa jêrîn hê pirtir stoma lixwe digire.[3]
Di hin riwekan de stoma li herdu rûyên pelê de jî hema bi heman hejmarê cih digirin. Wekî mînak, di pelên riweka garisê (lazût) de di nav epîdermîsa jêrîn û epîdermîsa jorîn de miqtara stomayan hema wekhev in.Di hin riwekên avî de, wekî mînak, di pelê nîluferê (sosina avê) de, pel li ser rûyê avê de geşe dibe, rûyê jerîn ê pelê di nav avê de ye, lê rûyê jorîn bi hewayê temas dike. Di pelên nîluferê de stoma tenê di nav epîdermîsa jorîn de cih digirin. Herwisa di hin riwekên avî de, li gel reg û qedê riwekê, pel jî di nav avê de geşe dibin. Di van riwekan de epîdermîsa herdu rûyên pelê jî stoma lixwe nagirin.
Di pelên riwekan de bi gelemperî di rûberek 1cm2 de bi qasî 1000 heta 1.2 mîlyon (mîlyon û dused hezar) stoma hene. Di riwekê de gurayiya stomayan taybetmendiyek bomaweyî ye, di her corek riwekê de cîh û hejmara stomayan taybet e ji bo wê corê. Lê jîngeh jî li ser gurayiya stomayan bandor dike. Hokarên jîngehî yên wekî av û karbona dîoksîda hawirdorê dibe ko bandor li ser gurayîya stomayên riwekê bikin.Wekî mînak, gurayiya stomayên riweka ko di jîngeha kêmavî de dijî, qasî stomayên riweka di jîngeha têravî de dijîn nîn e. Bi gelemperî di hawirdora kêmavî de an jî di hawirdora bi karbona dîoksîdî têr de stomayên riwekê kêmtir in.
Stoma di pelên riwekên yekleb te bi teribî rêzbûyî ne, di dulepan de pirtûbelav in. Dibe ko hîzaya stoma û xaneyên epîdermîsê ne yek bin. Di jingehên hişk an jî sar de, bi gelemperî stoma xwe ji rûyê pelê ber bi kurahiya pelê dikişînin, di çalikên epîdermîsa pelê de cîh dibin. Bi vî awayî rê li ber windakirina avê tê girtin.[3]
Erkên stomayan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Du erkên serekî yên stomayan heye; rêkxistina hilmînê û alûgorkirina oksîjen û karbona dîoksîde,
Piraniya ava ji regê tê mijîn, bi navbeynkariya qedê tê guhaztin bo pelan. Av bi şêweyî hilmê ji stomayên pelê tê deravêtin. Ev deravêtina avê wekî “hilmîn” (bi înglîzî: transpiration) tê navkirin. Herçiqas tenê %1-2 yê rûyê pelê ji kunên stomayan pêk were jî, bi qasî %95ê ava ji riwekê tê windakirin, ji stomayan derbas dibin û ji riwekê derdikevin.[4]
Stomayên pirraniya riwekan bi roj, ango dema riwek fotosentez dike, vekirî ne. Riwek ji derve karbona dîoksîd (CO2) digirin nav pelên xwe û di xaneyên mezofîlê de ji bo karlêkên fotosentezê bi kar tînin. Bi şev fotosentez rû nade, pêdiviya riwekê bi karbona dîoksîd a derve tune û stoma girtî ne. Lê di hin riwekên çolê de stoma bi roj girtî ne, tenê bi şev tên vekirin, bi vî awayî rê li ber hilmînê tê girtin. Bi roj girtîmayina stomayan, ava nav riwekê diparêze, lê riwek nikare ji hewayê karbona dîoksîd bigre û ji bo karlêkên fotosentezê bikar bîne. Riwek bi şev gava stomayên wan vekiriye, karbona dîoksîdê digire nav xaneyên xwe û di vakuolên xwe de bi şêweyî asîda endamî embar dike. Bi roj gava stoma girtîne û xane fotosentez dikin, asîda endamî tê hilweşandin bo karbona dîoksîdê û di fotosentezê de tê bikaranîn. Ji van riwekan re tê gotin riwekên CAM. Kaktus û ananas mînak in bo riwekên CAM[2]
Di karlêkên fotosenteza riwekan de oksîjen wekî madeya bermayî peyda dibe. Riwek hinek ji oksîjenê bo xaneyên xwe bi kar tîne, oksîjena zêde jî ji stomayan tê avêtin.
Mekanîzmaya vebûn û girtina stomayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Vebûn û girtina stomayan ji aliyê rêjeya ava nav xaneyên pasevan ve tê rêkxistin.[5]Gava xaneyên pasevan av digirin û diwerimin, stoma vedibe, lê gava xaneyên pasevan avê winda dikin û qebareya wan kêm dibe, stoma tê girtin. Ango guherîna pestoya turgorê ya xaneyên pasevan, vebûn û girtina stomayan rêk dixe.[4]
Hema di hemû riwekên tovdar de, di xaneyên pasevan de stûriya diwarê xaneyê di tevahiya xaneyê de ne yeksan e. Beşa rûyê xaneyê ko bi xaneyên epîdermîsê ve cîran e, pîçek tenik e. Beşa dîwarê xaneyê yê li derdora stomayê (kunik) stûrtir e. Ango li aliyê ko xaneyên pasevan rûbirû tên, dîwarê xaneyê stûr e, li aliyê din ên xaneyên pasevanan de dîwarê xaneyê teniktir e. Herwisa di xaneyên pesevan de rîşalokên selulozê wisa rêzbûne ko gava xane diwerime, ji ber ko beşa aliyê stomayê stûr e, aliyê cîranê epîdermîsê hê pirtir fireh dibe û xane ber bi aliyê derve diwerime, rûyê aliyê stomayê bi şeweyî kevan ditewe, loma tîreya stomayê zêde dibe. Gava xaneyên pasevan av winda dikin, vedimirin û sist dibin, tîreya stomayê kêm dibe û stoma tê girtin.[4]Xaneyên pasevan bi guhertina şiklê xwe, valahiya navbera cota xaneyên pasevan fireh dikin an jî teng dikin. Ango guherîna şikl û qebareya xaneyên pasevan, dibe sedema guherîna tîreya stomayê.
Di piraniya riwekên tovdar de bi roj stoma vedibin, bi şev jî tên girtin. Gava ji ber osmozê an jî ji ber veguhaztina çalak, di navbera xaneyên pasevan û xaneyên epîdermîsê yên derdora wê de, di xestiya madeyên tîwawe de guherin çêbibe, pestoya turgorê jî meyla guherinê dike.[2]
Dema di xaneyên pasevan de fotosentez rû dide, xane enrjiya ATP-yê xerc dikin û ji xaneyên cîran îyonên potasyumê digirin nav xaneyê. Di nav xaneyên pasevan de zêdebûna îyonên potasyumê, potensiyala avê kêm dike (gava xestiya madeya tîwawe zêde dibe, xestiya ava nav xaneyê kêm dibe), loma pestoya osmozê zêde dibe. Ji ber pestoya osmozê, xane meyl dike ko ji derdorê av bimijîne nav xaneyê. Her ko av derbasî nav xaneyê dibe, asta pestoya osmozê dadikeve, di nav xaneya pasevan de pestoya turgorê zêde dibe û xane diwerime.[2]
Gava fotosentez rû nade, îyonên potasyumê xaneyên pasevan diterikînin, loma dii xaneyên pasevan de îcar xestiya madeya tîwawe kêm dibe, potensiyela avê zêde dibe (di nav xaneyê de ji ber kêmbûna potasyumê, xestiya avê zêde dibe) av ji xaneyên pasevan ber bi xaneyên epîdermîsê bi osmozê tê guhaztin. Ji ber ko xaneyên pasevan av û îyon winda kirin, qebareya xaneyan kêm dibe, dîwarê xaneyên bi şêweyî kevan rast dibin, tên nezî hev û stoma tê girtin.[2]
Kartêkirin bo vebûn û girtina stomayan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sê hokarên serekî bandor li ser vebûna stomayên girtî dikin; ronahî, kêmasiya CO2 û çerxa rojane
Xestiya karbona dîoksîd a nav pelê, bandor li ser vebûn û girtina stomaya dike. Heke bi şev an jî bi roj, di pelê de xestiya karbona dîoksîdê kêm be, stoma tên vekirin. Fotosentez di hebûna ronahiyê de, ango bi roj rû dide. Ji ber fontosentezê xestiya karbona dîoksîda nav pelê kêm dibe û stoma tên vekirin. Ango bandora rêjeya ronahiyê û bandora xestiya karbona dîoksîdê ya li ser vebûna stomayê, bi hev re girêdayî ne.[6]
Saeta navî ya laşê zîndeweran çerxa rojane (bi înglîzî:circadian rhythms) ya zîndewerê rêk dixe. Çerxa asayî ya guherînên fîzîkî, hişî û reftarî yên ko di dirêjiya her 24 saetan de di laşê zîndewerê de rû didin, wekî çerxa rojane tê navkirin. Çarxa rojaneya riwekê jî rîtma rojane ya 24 saetên riwekê û hawirdora wê diyar dike. Di çerxa rojaneya riwekê de girtin û vekirina stomayan jî heye û ev kar di demek taybet a rojê de pêk tê. Di rewşa asayî de, riwek bi roj (dema ronahiyê ) stomayên xwe vedikin, bi şev (dema tariyê) stomayên xwe digirin. Wekî mînak, heke riwekek bi roj di cihekî tarî de were hiştin, riwek nikare ronahiyê werbigire, lê ji ber çerxa rojaneya riwekê, riwek dizane ko ev dem ne şev e lê roj e, û stomayên xwe di tariyê de vedike.[4]
Zextên hawirdorê yên wekî hişkayî (kêmavî), germahiya bi pileya bilind, tarî, ba û bager jî hin hokarên neyînî ne ko dibin sedema girtina stomayan.[4]Heke riwek ji ber kêmaviyê ji hawirdorê bi têra xwe av wernegire, di riwekê de stresa bo kêmaviyê peyda dibe. Ji ber stresa kêmavîyê, riwek stomayên xwe bi roj jî digire ko rê li ber hilmînê bigire.[6]Di dema stresa kêmaviyê de, di riwekê de hormona asîda absîsî (bi înglîzî: abscisic acid) tê çekirin. Hormona asîda absîsî di serî de reg û pel, li gelek şaneyên riwekê de tê berhmkirin û bi şaneya lûleyî tê guhaztin bo xaneyên pasevan. Di bin zexta kêmaviyê de rêjeya asîda absîsî ji rêjeya wê ya asayî 50 qat zêdetir dibe.[7] Asîda absîsî bandor li parzûna xaneyên pasevan dike û ji xaneyê îyonên potasyumê û hin îyonên din dide berdan. Bi vî awayî werimiya xaneyan kêm dibe û stoma tê girtin.[2] Lêbelê bi roj girtina stomayan, rê li ber wergirtina karbona dîoksîda atmosferê digire, û leza karlêkên fotosentezê hêdî dibe an jî fotosentez bi temamî radiweste.[5]
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
- ^ a b c d e f TBidlack, J.E., Jansky, S. and Stern, K.R. (2018) Stern’s introductory plant biology. 14th edn. New York, NY: McGraw-Hill.
- ^ a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ a b c d e Reece, Jane B. Campbell Biology : Jane B. Reece ... [et Al.]. 9th ed., Boston, Ma, Benjamin Cummings, 2011.
- ^ a b Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
- ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).