Marie Curie
Marie Curie | |
|---|---|
Curie di sala 1911an de | |
| Navê rastî | |
| Jidayikbûn | 7ê çiriya paşîn a 1867an |
| Mirin | 4ê tîrmeha 1934an (66 salî) Sancellemoz (Fransa) |
| Sedema mirinê | Aplastic anemia |
| Cihê goristanê | Panteona Parîsê, Cemetery Sceaux |
| Esil | Polon |
| Hevwelatî | Fransa |
| Perwerde | |
| Destûrname | Faculté des sciences de Paris |
| Pîşe | Fizîknas û kîmyager |
| Xebat | |
| Meqam | |
| Hevjîn |
|
| Zarok | |
| Dê û bav | |
| Xizm | |
| Malbat | House of Skłodowski |
| Xelat | Xelata Nobel a fîzîkê, 1903 Madalyayê Davy, 1903 Madalyayê Matteucci, 1904 Xelata Nobel a kîmyayê, 1911 |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Marie Salomea Skłodowska-Curie (jdb. 7ê çiriya paşîn a 1867an li Warşova, Polonya; m. 4ê tîrmeha 1934an li Sancellemoz, (Haute-Savoie), Fransa; navê berê yê keçiktiyê Maria Salomea Skłodowska) kîmyager û fizîknaseke fransî ya bi eslê xwe Polonî bû.
Yekemîn jin a ku Xelata Nobelê wergirtiye û yekemîn keseke ku du caran û di du beşên zanistiyê de ev xelat girtiye ye. Sala 1903î Xelata Nobel a fizîkê bi tevî mêrê xwe Pierre Curie û Henri Becquerel wergirtiye. Dîsa sala 1911î Xelata Nobel a kîmyayê wergirtiye.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di zaroktiya xwe ya li Polonya de ji ber xizanî û nexweşiyan dê û hin xûşk-birayên xwe winda dike. Sala 1883î bi dijwarî dibistana amadeyî bidawîdike. Li cem malbata parêzerekî dewlemend wekî mamosteyeke malê dixebite û pere berhedike ku li welatên dewlemend bixwîne. Wê demê li Polonya xwendina jinan a bilind nerewa bûye. Curie him li bavê xwe yê giran-nexweş xwedî derdikeve, him pere berhevdike û him jî bi dizî perwerdeya bilind a fîzîk û kîmyayê dibîne.
Di çiriya paşîn a 1891î de diçe Fransayê û hema dest bi perwerdeya matematîk û fîzîkê dike. Bi fizîknasê navdar ê hemdemî Pierre Curie re dizewice. Gelek caran tevlî konferansên navneteweyî yên fîzîkê dibe û gelek keşfan dike. Gelek caran bi fizîknasên wekî Albert Einstein, Max Planck hwd re hevdîtinan û hevxebatan pêk tîne. Keça wan, Irène Joliot-Curie, sala 1935î herwiha Xelata Nobel a kîmyayê werdigire.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Recherches sur les substances radioactives, Dissertation, 1904, Lêkolîn li ser rewşa radyoaktîviteyê
- Traité de radioactivité, 2 Bend, 1910, Rastiya radyoaktîvîteyê
- La radiologie et la guerre, 1920
- L'Isotopie et les éléments isotopes, 1924
- Les rayons α, β, γ des corps radioactifs en relation avec la structure nucléaire, 1933
- Radioactivité, 1935
Xelat û payeyên din
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1903 Xelata Davy-Medaille a Londonê tê tayîn, Royal Society.
- Elementa kîmyayî ya 96, bi paşnava wê û mêrê wî tê binavkirin, Curium (Cm).
- Li dûv wan asteorîdek bi navê (7000) Curie tê binavkirin.
- Di nava 1910 û 1978 xebatên radyoaktîvîteyê bi navê wê tê kirin.
- Navê wê /wan li gelek dibistan, dem, kolan hwd tê dayîn.
- Ji sala 1980î YE gelek aksiyonan bi navê wê / wan dike.[1] Girêdana arşîvê 2014-07-11 li ser Wayback Machine
- Sala 1995 goristana wê û mêrê wê dibin Panthéon.
- Dûgela Polonyayê sala 1932î enstîtuyekê ku li ser radyûmê lêkolînan dike dadimezirîne û sala 1952î bi bavê Curie binavdike.
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |