Feysal I
| King of Iraq (d) |
|---|
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Cihê goristanê |
Iraq Royal Cemetery (en) |
| Navê rastî |
فيصل الأول |
| Hevwelatî |
Împeratoriya Osmanî, Arab Kingdom of Syria (en), Keyaniya Iraqê |
| Sernavê rûmetî |
Majesty (en) |
| Pîşe |
Siyasetmedar, leşker |
| Malbat |
Hashemite dynasty of Iraq (d) |
| Bav |
Hussein bin Ali (en) |
| Dê |
Abdiya bint Abdullah (d) |
| Xwişk û bira | |
| Hevjîn |
Huzaima bint Nasser (en) (dp. ) |
| Zarok | |
| Qadên xebatê | |
| Xelat | Lîsteya berfireh Grand Order of the Hashimites (d) Grand Cordon of the Order of Leopold (d) Grand Cross of the Legion of Honour (en) Knight Grand Cross of the Order of St Michael and St George (d) Knight Grand Cross of the Order of the Bath (d) Order of Muhammad Ali (en) Supreme Order of the Renaissance (en) Order of Pahlavi (en) Order of the Two Rivers (en) Royal Victorian Chain (en) Knight grand cross of the order of the crown of Italy (d) |
Feysal I îbn Huseyîn bîn Elî el-Heşimî (bi erebî: فيصل بن حسين بن علي الهاشمي; Fayṣal bin Ḥusayn bin ʻAlī al-Hāshimī; jdb. 20ê gulana 1885an - m. 8ê îlona 1933an) dewletmedarekî ji Hîcazê bû ku ji 21ê tebaxa 1921ê heta mirina xwe wekî Keyê Iraqê xizmet kiriye. Wekî endamekî malbata haşemiyan, ew bûye serokê Şoreşa Ereban ya Mezin di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de û ji meha adarê heta tîrmeha sala 1920an heta ku ew ji aliyê fransiyan ji meqamê hatiye dûrxistin, wekê keyê nenaskirî yê Keyaniya Ereb yê Sûriyeyê hikum kiriye.[1]
Faysal kurê sêyem ê Huseyîn bîn Elî, Mîrê Mezin û Şerîfê Mekeyê, li Mekeyê ji dayik bûye û li Stembolê mezin bûye. Ew ji salên 1916 heta 1918an, bi alîkariya Keyaniya Yekbûyî, di serhildana li dijî Împeratoriya Osmanî de roleke mezin lîstiye. Wî alîkarî kiriye ku hikûmeteke ereb li Sûriyeyê ku navenda hikûmetê li Şamê bû, ava bibe û di sala 1919an de di Konferansa Aştiyê ya Parîsê de serokatiya şandeya ereb kiriye. Di sala 1920an de, Kongreya Neteweyî ya Sûriyeyê Feysal wek key ragihandiye û daxwaza Fransayê ya ji bo mandayê li ser Sûriyeyê red kiriye. Di bersivê de, çend meh şûnda Fransayê êrîşî welêt kiriye, keyîtî hilweşand û wî neçar dike ku sirgûn bibe.
Di tebaxa sala 1921ê de, li gorî biryara ku di Konferansa Qahîreyê de hatibû girtin, brîtaniyan rêk xistin ku Feysal bibe keyê Keyaniya Iraqê ya nû yê di bin rêveberiya brîtanyan de. Di dema serweriya xwe de, Feysal yekîtiya di navbera misilmanên sunî û şiî de pêş xistiye ku dilsoziya hevpar teşwîq bike û pan-erebîzmê pêş bixe ku bi armanca dewleteke ereb ê ku Iraq, Sûriye û axên mayî yên Hêva Berhemdar di nav xwe de bigire, ava bike. Di sala 1932an de, piştî bidawîbûna Mandaya Brîtanî û ketina welêt ji bo Koma Miletan, wî serokatiya serxwebûna Keyaniya Iraqê kiriye. Feysal di sala 1933an de li Bern, Swîsre, di 48 saliya xwe de ji ber krîza dil mir û kurê wî yê mezin Xazî I cihê wî girtiye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Hahn, Peter (2007). Historical dictionary of United States-Middle East relations (bi îngilîzî). Scarecrow Press, Lanham. r. 56. ISBN 9780810864566. OCLC 1021765856.